22 June 2026 - 10:05
Source: Sahar TV
Pizişkiyan: Em ji şêrr natirsin lê şerr ser xêra ti kesî nîne

Serokê Komara îslamiya Îranê pêgîrî kir: Em ji şêrr natirsin lê şerr ser xêra ti kesî nîne.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehlê Beytê (s.x) — ABNA Mesûd Pizişkiyan roja Yekşemiyê di Civîna 33`an a Siyasetên Pereyî û Bankî li Têhranê got: Şerr ser xêra ti kesî nîne û dewama wê jî wê ser xêra ti kokemî nebe. Lêkolînên navnetewî jî li ser vê mijara girîng pêgîrî dikin ku şerr pêşiya pêşkevtin û geşepêdana aborî digire û hejariyê berfireh dike. Ev gotin nayê wê wateyî ku em ji şêrr ditirsin, hêzên me yên çekdar û herwiha xelkê Îranê nîşan dan ku bi hêz û qawet li ber xwe didin û eger şerr berdewam be jî dê bi hêz û qawet berdewam bibin.

Pizişkiyan amajeyî vî yekî kir ku xalên lêktêgeheştina di navbera Îran û Ameîrkayê bi giştî ser xêra xelkê Îranê ne û got: Amerîka li dû viya ye ku me bombeyên navokî tinebe. Rêberê şehîd ê Şoreşa Îslamî jî bi caran ser vê mijarê pêgîrî kiribû û me jî bi caran pêgîrî li ser vê yekê kiriye. 

SEREPEYV

MESÛD PIZIŞKIYAN

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha